Dîroka Hêştrekê(Kürdî)
 

  HUN BI XÊR HATIN  MALPER A  GÜNDÊ  HÊŞTREKÊ  NAVENDA  TORISTANÊ -  WWW.HESTREK.DE
DÎROKA GUNDÊ HÊŞTREK´Ê
     

 Hêştrek Gündê girêdayi Navçe´ya Midyad ê liser Mêrdin´ê ye.23 km ji Midyad ê u 85 km ji Mêrdin ê dur e.
Hatina aboriya Gündiyan,li ser ardê bê av cotkari u pez e.
Baregeha Cografî ne xwedî çîyayên bilind e.
Li derdora Günd,weki newall,Çem cihderkê
(kaynak) Ava xwezayî tunneye.
Li derdora Günd Dâristân hene.Daristan bi
 giştî ji Darên Beruwa´ne.
Wekî Heywanê berrî:
Kew,Susk,Kîvroşk,Rovî,Gur,Xurbeşk
 u wekî din peydadibin.
Bi giştî jibo cotkariyê zêde Erda rast tunne´ye.
Ciyên ku Çandinî lê çêdibe:Genim,Ce,Nîsk,Nok,Petix,Zebeş,
Firingî u wekîdin Fêkî u Zebzeb bê av çêdibe.
 
Darên Fêkî:Wekî Behiv,Hajîr,
Hirmî,Hinar,Mişmiş,Gelyaz,Tu, Fistik ê
Dîlok ê çêdibin.

Li Günd şebeka Avê heye.Li her Malê hacêtên
 kaniyâ Avê hene.Bi teknika Zondaj´ê Av komi Depo´yê dibe u li Günd tê belakirin.

 Li Günd 10 Marketê biçük hene.2 Cami hene.
Temamê Gündiyan Muslumanin.
GündTaxrîben ji 250 Xanîyî avaye.Nêzî 4000 hezar kes nufusa günd heye.Ji 4/3 Gündî li derveyî Günd dijîn.Herweha li bajarên Kürdistan,Türkiye u Dewletên Avrupa dijîn. Herweha li derveyi Günd nêzî 3000 hezar Gündî dijîn.
Gündî bi hijmarek zêde kesên Ciwan´in.Aboriya Gündiya bi teybetî xwedîkirina Heywana,bi Cotkariy ê Çandinî,wekî din Havîn u Beharan li ğerîbîyê,welatên curbecur di sêrîde karên Xanîyan herwiha di karên curbecur´de aboriya xwe bidestdixin.
Ligör lêkolîna dîroka Günd ê Hêştrek ê,encamên ku me bi destxistin,Hêştrek herêma Torabidîn Navenda Toristan ê ye u xwedî dîrokakî pir kevne.
Diderbarê Dîroka Gündê Hêştrek ê de bi    zanistîyeki ilmî di destên mede tunne.Lêbelê ev Günd,tê texmînkirin ku di dema Asuran´de hatiye avakirin.
 
Heya berî 30 Sali li Gündê Hêştrek´ê Süryani dijîn.Heta îro jî 7 şunê Dêran xwiya dikin.Cîh nişanên van Dêran bi awaki xwîyakirî tên dîtin.
Herwiha dibin kimekî Günd´de,ji dema neolotîk´de mayî,Şikeftek mezin heye.Navê Günd ê kevn Hêştrek ê ye.Wekîdin ligor encamên ku me lêkolîn kirî,li gor Suryanî´yên ku dema dawî li Günd dijîn,Navê Günd Eştrako´ye.Yani Yekîtî,Tevlîbun,ango wateya şrîkatîyê´ye.
Ligor hin çavkanîyê din,Navê Günd:ji Xwedavend ê(Tanriyê) bi  Navê Akad ˝Aşthar ˝Aşthrek ê hatîye binavkirin.
Li gor hin çavkanîya jî Navê Hêştrek ê Aşthar e.Ev Nav wek evîndarî u xwedayê bereket ê tê binavkirin.Ligor Pirtukên dîrokî,Navê Xwedayê bereket ê, Îşthar-Aşthar derbas dibe.Dêrek ji van Dêrên Günd,di nava Dêrên Mesîhî ê Cîhanê´de,Dêra herî kevn hatîye diyarkirin,li gör çavkanîyê dîrokî Navê vê Dêrê jî Dêra Mor-adê´ye.Li van Dêrên Günd di wextê xwede Keşe,Rahîp u Şamas bi Giştî 34 kesan öldarî kirine.Ê herî kevn piştî mîladê sedsalên 2.de xizmet kirîye.navên
van Keşe,Rahip u Şamasan bi nivîsandineki zelal demên öldarî kirin,demên mirin ango hatin küştin hatiye nivîsandin. 
Li gör çavkaniyan Navê Mîdyad ê ji xwedawendê Matiattan u Navê Mêrdîn ê ji xwedawendê Marduk tê.Gündê Hêştrekê xwedî dirokakî pir kevne,li gör Şunwarîyên Günd tê taxmînkirin ku ji dema neolîtîk ve maye.
Di derbarên Mirovê ku pêşî li Gund jîyan kirine em ne xwedî agahiyekî zelalin,lêbelê di dema bi hêzbuna împaratorîya Asurîyan´de tê taxmin kirin ku Gund hatîye avakirin.Piştî dema Mesîhî Gündîyan Süryanî´tî  kabul kirîye.Di vê demêde bi navê MOR-ADEY  Dêrek hatîye avakirin.Li gör pirtukên dîrokî ev Dêr,piştî avakirina Dêra Haxê a Meryema Dêrek ji ên herî kevne.  
Li gör çavkanîyan Şungehên 7 Dêran li Günd hene.Keşe,Rahîp u Şamasên ku wan dema jiyan kirine,bahsa van Dêra u di derhaqê mirina van kesan´de agahî bi nivîskî li paş xwe hiştine.Navên van kesan li jêr hun dikarin bixwînin.
1 Dawut,2 Danîel,3 Salîba u 4 Şamuel,ev çar kes jiber sedemên ne dîyar hatinê kuştin.Ev agahî ji  alîyê Rahîbê wê demê ê dêra Hêştrek ê Habib ve li ser Kevirekî hatîye nivîsandin. 
Keşe Şamuel pm:sala 259 ande li Hêştrek ê öldarî kirîye.
Keşe Şlomon pm:Sala 270 Rahîp Nuh pm:Sala 283 ande serok Rahîptî kirîye. Wê demê Grekî(yani Yunanî)li herêmê desthilatdarbun.
Keşe Hîlwan,li Hêştrek ê wazîfe kirîye,u pm:sala 369 ande roja înê mirîye.

Keşe Salîba em sal tam nizanin,lêbelê 10 ê Cotmehê Roja înê mirina wî hatîye nivîsandin.
Keşe Dawut ji alîyê Keldanîyan ve hatîye kuştin.Ji alîyê kurê wi ve hatîye veşartin(bicikirin)ev agahî ji alîyê kurê wî din ve li ser,kevirekî hatîye nivîsandin.

8.keşe Hayo
9.keşe Fatrus
10.keşe Adey
11.keşe Haskıyel
12.keşe Îbrahim
13.keşe Sawıre
14.keşe şamuel
15.keşe Nilwan
16.şamas yahkup
17.şamas Muşe
18.keşe Îbraşim
Dîroka van kesan nehatîye nivîsandin.
19.Keşe Muşe kurê Danîel e
20.Şamas Gabrîel kurê serok Rahîp Eyub ê
21.Ebu Şahil,di sedsalên 7 an de ji alîyê Muslumanê Gündê Haxê ve hatîye kuştin.
22.Ebu Ceheleb bi Abu Şahil re hatine küştin.Bi vanre bi navê Bişar Gündîyek ji hatîye küştin.Ev agahî ji alîyê Şamas Danîel ve di rupelên dîrokê´de hatîye nivîsandin.
23.Şamas ebu Waşhar:li gor çavkanîya mirovekî pir dilsöz buya u hiskirina wî ketîye dilên civakê.Jiber ku ciwan jiyan a xwe ji dest daye,bi Rojan hezna wî girtin e.
24 keşe Îvanîs du kesên binavên Şamual u Danîel navê wî nivîsandine.
25.Abraham kur ê Yusuf e.
26.Keşe Şemhun:Kur ê keşe Ehwan e.
27.Keşe Muşa
28.Keşe Yuhana:8 ê Gulan ê Sala 1605 an de hatîye küştin.
29:Şamas Lahasor:8 ê Gülan ê sala 1605 an de bi keşe Yuhana re sedemên ne dîyr mirîye.
Lahasor kurê bi navê Zebda bixwe Hêştrekî buye.
30.Keşe Wahbun:
31.Keşe Danîel:sedsalên 16 an da jîyî ye u navê kurê xwe wê demê nivîsandîye.
32.Keşe Îshak:Sal 1650 di miha Nîsanê´de mirîye.
33.Şamas Salîba:Di sedsalên 16 an´de mirîye.
Li jor navên ku hatine nivisandin gişan,li Dêrên Hêştrek ê wazife kirine u navên wan di rupelên dîrokê´de hatîye nivîsandin.
wekî din ligor çavkanîyê dîrokî,Dêra Gündê Bahminmin ê disala 1172´an de hatîye restorekirin,ji alîyê Minê bi xwe Hêştrekî ve hatîye nivîsandin.Di vê demê´de Dêra Gündê Selhê ji alîyê Keşe Dawut ve îbadetxana (Madbaha)wê hatîye restorizekirin.Ev ji alîyê bi navê Gebrîel ji Hêştrek ê ve hatîye nivîsandin.
Ev agahîyên girîn ên dîrokî,ji çavkanîyên       turabidîn hatina bidestxistin.Di Sala 1887´an de Patrikê süryanî kaddîm 1.Afram Barsawmo Merîgnayitis ve hatîye nivîsandin.
Dirok ligor salnameya Yewnanî hatîye nivîsandin.li gor rêbazên hesabê mîladê hatîye sererastkirin.
Not:Dîroka Yewnanîyan berî mîladê bi 321 salî destpêkirîye.
Heta sedsalên 16´an bi giştî Suryanî li Hêştrekê  jîyan dikirin.Piştre ji gündê xelîla bi navê Aslan şexsekî musluman koçberî Hêştrek ê bu,yanî sülala bi navê Aslankî ku tê naskirin gelek malbat hene.wekîdin ji deverên cur becur malbatên din ên musluman kocberî Gündê Hêştrek ê bun.Niha Gündîyên ku li Hêştrek ê dijîn hemî Kürdên Muslumanin.
Not:Piştî çavkanîyên cur becur hatin lêkolînkirin,di derbarê dîroka Hêstrek ê de me ev agahî bidestxistin.Di derbarê dîroka Hêştrek ê de,kesên xwedî zanistîyekî cude hebin ji kerema xwe ji mere binivîsînin.
 
Silav u hürmet
 
Amedekar: Tahîr Köçer 12.08.2008
 
Email:hestrek@hotmail.de
          tahirkocer@hotmail.com



 

 

Vegere Depêk

Jibo nirxandin bitikîne
Yorum için tikla

        

         

 

 

 
  Bi giştî mêvan 158056 ziyaretçi (478821 klik) livir bun  
 
Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden