Dîroka Ala Kurdistan
 

Dîroka Ala Kurdistan

 Dîroka alayê Kurdistanê
Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de jî rojek zer heye. Ev al di 1920-an de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin.

Mistefa Paşa Yamûlkî yek ji muessisên Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ye ku şiklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata Şêx Mehmûd de jî bûye wezîr, û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku ala Kurdî ya Şêx Mehmûd ku di 10.10.1922-an de hatiye tesbîtkirin jî bi pêshniyara wî hatibe qebûlkirin.

Her millet, netewe, xelk û dewlet aleke wan heye. Al nîşana huwîyeta wan e, sembola hebûna wan e. Ala her milletî bi şiklekî ye, reng û sembolên wê bi awayekî ye. Wek her milletî, Kurd jî xwedîyê alekê ne. Ala Kurdan a ku îro tê bikaranîn sor, sipî, kesk e û di navîna wê de rojek zer heye.

Di tarîxê de Kurdan kengî al, an jî sembolek ku şûna alê bigre bikaranîne, em baş nizanin. Lê ew Kurdên ku ev serê 6-7 hezar salane ku li Kurdistanê, yanê li cihê xwe yê nuha dijîn, bêguman wan jî gelek dewlet û îmaret avakirine. ó wekî her dewlet û îmaretên qedîm, wan jî miheqqeq alek, an jî li şûna alê sembolek bikaranîne. Yanê ew dewletên wek Mittanî, Hurrî, Subarî, Xaldî, Kardox, Kasî, Med û hîn gelekên din ku di tarîxê de rolek mezin lîstine, leshker çêkirine, bajar û medeniyet avakirine û li gor tarîxzanan jî bav û kalên Kurdan in, divê ku xwedî al bin. Dîsa ew îmaretên Kurdan, wek Şedadî, Merwanî, Botan, Soran, Erdelan, Behdînan û hîn gelekên din, her çendî nîv serbixwe bûn jî, lê li mizgeftan bi navê mîrên wan xutbe dihatin xwendin, xwedî leşker û qesr û avahîyên mezin bûn. Ev îmaretên ku çendsed salan li Kurdistanê hukum kirin, gerek alek an semboleke wan a ku li şûna alê bi kar dianîn hebûya.

Mîr Bedirxan (1802-1868) ku seranserî Kurdistanê di bin hukmê wî de bû, xwedî pere û top û tifing bû. Li ser navê dewleta xwe pere derxistibû. Hê wê wextê têkilî bi Ewrûpayê re danîbû, ji bo birêvebirina dewleta xwe xwendevan shandibû Ewrûpayê. Li ser Gola Wanê ji bo parastin û tîcareta dewleta xwe kêshtîyên sher û tîcaretê dabû çêkirinê. Gelo meriv dikare bibêje ku Mîr Bedirxanê ku hewqas tisht kirîye, bê al be. Bêguman na! Lê ji ber ku tu belgeyek ji dewra berê di destê me de tuneye, em nizanin alên wan çawa bûn.

Wex efsane her Kurd bi çîroka Kawa dizane. Kawa hesinger e. Pêştimalek wî heye. Piştî ku li hember Dehaq bi ser dikeve, dibe hukumdarê welêt û pêştimala xwe jî wek al bi kar tîne. Her çendî efsane ye, lê têde al hatiye bi kar anîn.

Dîsa di klasîkên Kurdî de jî gelek şaîr û nivîskarên Kurdan wek gotin al bi kar anîne. Çend mînak:

Zalimê kuştim şepalê,
Nazikê, qencê delalê,
Bûn hîcaba zilf û xalê,
ædek û ala û tox.

(Ji Dîwana Melayê Cizîrî, 1407-1481)

Bejn û bala tox û ala
Min kirin vêkra mitala
Çîçeka terhînî wala
Dil ji min bir, dil ji min.

(Ji Dîwana Melayê Cizîrî)

Lê me hêvî wasiq e ez feqîr
Jêrî alaya te bim roja -esîr.

(Ji Mewluda Melayê Batê, 1417-1491)

Ya Reb îmanê dixwazin em midam
Jêrî alaya Muhemmed wesselam.

(Ji Mewluda Melayê Batê)

Îşaret wehy-û telwîh û îradet vîn û qudret şîn,
Ceman qels û betel merd û lîwa ala, alem nîşan.

(Ji Nûbara Ehmedê Xanî, 1651-1706)
Alayê Kurdî ya îro
Ala Kurdî ya ku îro bi piranî tê qebûlkirin kengî, çawa û ji alî kê hatîye çêkirin bi başî ne diyar e. Lê bi qasî ku ji belgeyên heyî tê fêm kirin di destpêka salên 1920-î de ji alî rêxistinên Kurdan ên wê demê hatiye çêkirin û tesbîtkirin. Mesela wê wextê Kurdistan Teali Cemiyetî li ser qerta huwiyetê a komelê "zemîna wê kesk û li ortê jî rojek" alek Kurdî çapkirine ku ev al jî "Katibê Umûmî yê komelê Zeynelabidîn çêkirîye" (1).

Li gor Zinar Sîlopî (Qedrî Cemîl Paşa) ala Kurdî ya îroyîn ji alî Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetîyê hatîye tesbîtkirin ku shiklê wê weha ye; li jor rengê sor, di navînê de sipî, li ser sipî roj û li binî rengê kesk wek ala millî ya Kurdan tesbîtkirine û îlan kirine.

Her çendî di destê me de tu belgeyek din an jî rismek alê ya wê wextê tuneye, lê dîsa jî li gor gotina Zinar Sîlopî em dikarin bibêjin ku Ala Kurdî ya ku îro ji alî herkesî ve tê qebûlkirin di 1920-î de ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan hatîye çêkirin (2).

Di 1921-an de Mistefa Paşa Yamûlkî li gel hin ji muessisên Teshkîlatî Îctîmaiye Cemiyetî; Xelîl Ramî Bedirxan, Kemal Fewzî, Mewlanzade Rifat dixwazin biçin Kurdistana Başûr, lê Îngiliz nahêlin ew derbas bin, tenê Mistefa Pasha Yamulkî ji ber ku ji Silêmanîyê ye, derbas dibe. Mistefa Paşa diçe Silêmaniyeyê û di hukumeta Kurdî ya ku di 10.10.1922-an de di bin hukumdarîya Şêx Mahmûdê Berzencî de tê avakirin, dibe wezîrê perwerdekarîyê (2). Her wê demê ji alî Şêx Mehmûd ve alek Kurdî hatibû qebûlkirin û pûl jî çapkiribûn (3). Di destê me de ev al jî tuneye ku em bibêjin shiklê wê çawa bû. Lê ji ber ku Mistefa Paşa Yamûlkî yek ji muessisên Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ye ku şiklê ala Kurdî tesbît kirîye û di hukmata Şêx Mehmûd de jî bûye wezîr, û berpisîyarê rojnama nîv resmî ya vê hukmatê; Bangî Kurdistan, ne dûr e ku ala Kurdî ya dewra Şêx Mehmûd jî bi pêşniyara wî hatibe qebûlkirin.

Rismê Ala Kurdî-1928
Ronakbîr û siyasetvanên Kurdan yên ku di salên 1900-1928-an li Kurdistanê û li Îstenbolê di nav komele û cemiyetên Kurdan de karkirine an damezrandine, piraniya wan pishtî salên 1925 û 1930-yî hatine li Sûriye bi cih bûne. Her wê wextê jî bi navê Xoybûnê rêxitinek avakirine. Ji weshan û kitêbên ku wê demê li ser navê Xoybûnê derketine tê fêm kirin ku her ew ala ku di 1920-de hatiye tesbîtkirin, ji alî Xoybûnê ve jî hatiye qebûl kirin.

Dîsa tê gotin ku di serîhildana Agrîyê de Îhsan Nûrî her ev ala Kurdî bi karanîye. Hetta rismek ku ji wê wextê meye, di gelek kovar û kitêban de hatiye belavkirin.

Mesela li ser qapaxa kitêba Sureyya Bedirxan -ku ew jî yek ji xebatkarên Xoybûnê bûye- ala Kurdî bi rengîn hatiye çapkirin û li binê alê jî bi îngilîzî "Flag of Kurdistan" (Ala Kurdistanê) hatiye nivîsîn. (binêre; Sureyya Bedirxan, The Case of Kurdistan Against Turkey, By authority of Hoyboon, Philadelphila, 1928)

Di Gulana 1993-an de ez û ji redaksiyona Armancê, Mîrze Bextiyar em çûbûn Kurdistana Sûrîyê. Li Qamishlîyê li malekê, Kurdekî alek Kurdî nîshanî me da û got ku "Ev al ya Xoybûnê ye, li mala Celadet Bedirxan bû, min anî". Her çendî em ne pisporê qûmash in, lê ji qûmashê wê welê dixuya ku gelek kevn bû. Her weha me bawerî bi wî hevalî anî çimkî têkilîyên wî û Rewshen Bedirxan yên nêzîk bi hev re hebûn. Me rismê wê alê jî kishand.

Kovara Hawarê û Alayê Kurdî, 1932
Di Hawarê de li ser alê gelek nivîs û helbest hatine belavkirin.

Celadet Alî Bedirxan di vê gotarek xwe de (gotar hem bi herfên Latînî û hem jî bi herfên Erebî hatîye çapkirin) di qismê behsa alê de ala me ya îroyîn tarîf dike û weha dibêje:

".....Ala Kurdan, ji jor ber bi jêr ve, ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise. ("Welat, Welatînî û Al", Hawar, No: 9 (30 Îlon 1932), r. 1-2)

Ala Kurdî di 1932 -an de li ser herdû bergên Hawar, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin. Rengên wê jî sor li jor, li navendê sipî û li binî jî kesk, di ortêde jî tavek 18 tîrêjî (an jî stêrkek 18 niçikî) heye. Celadet Bedirxan her di vê hejmarê de li ser mirina Shêx Evdirrehmanê Garisî nivîsek nivîsîye û têde weha dibêje:

"...Belê Shêxê min, min ji te re kefenekî welê bijart ko hêj tu kelash pê nehatîye pêçandin, min ji te re tirbeke welê koland ko hîn tu mirî neketinê.

Min kefenê te kir: Sor, sipî û kesk û zer, ala te, û min tu veshartî nav rûpelên Hawarê û li serê wê kêla te daçikand.

Kefenê te kefenek welê ye, rûjkê bêt, ji te vebit li ser qelat û bajarên te re li pêl bibit.

Tirba te tirbeke welê ye ko ne kêla wê bi birûskên ezmanî dishike, ne cax û dîwarên wî bi ba û bagerê hildiweshe, ne axa wê bi baran û lehîyê qul dibe û ji hev dikeve.

Tirba te kitêbek e, ko nifshên milletê me deste-desta bikin û her nifsh ji nifshê din re heta pashîyê, hinda rûja qiyametê, ji hevdû re dê bispêrin.

Ev tirba te a abadîn e. Min eva ha ji bona te bijart û koland....." ("Shêx Evdirrehmanê Garisî çû rehmetê", Hawar, No: 11(10.11.1932), r. 2-3)

Dîsa di Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4-an de Herekol Azîzan (Celadet Bedirxan) helbestek li ser ala Kurdî nivîsîye ku çend malik jê ev in:

Alê Kurdan

Ala Kurdan di nav rok
Çi bedew û bi heybet
Bi çar reng î, rengên te
Çi delal û çi xweshkok
Xêzek kesk û xêzek sor
Nav sipî û nîvek zer
keskesor e, bi roj e
Ev li jêr û ew li jor

Herekol Azîzan

b. Hawar, no: 5 (20 Tîrmeh 1932), r.4

Di Hawar, no: 8 (12 Îlon 1932), r. 7 de Dr. Kamûran Bedirxan jî li ser alê helbestek nivîsîye û di malikên pêshîn ên vê helbestê de ala Kurdan weha tarîf dike:

Ala Kurdan

Ronahiya dil û çav,
Diyarîya dê û bav
Pêsîra wê roj û tav
Spehitiya ax û av
Ala Kurdan ser be ser
Sor û gewr e kesk û zer.

Dr. Kamûran Alî Bedirxan

b. Dilê Kurên Min , Kitêbxana Hawarê, hejmar. 3, Sham, Çapxana Tereqqî, 1932, r. 25 û Hawar, no: 8 (12 Îlon 1932), r.

7 Di çîrokeke Nureddîn Zaza de Ala Kurdî
Nûredîn Ûsif (Nûreddîn Zaza) di Hawar, no:30 (1/7/1941), r.4-5 de bi navê Keskesor çîrokek nivîsîye. Di çîroka xwe de behsa dewra Shêx Seîdê Pîran dike û qala dibistana xwe dike, pashê ku Kurd bi ser dikevin û ala Tirka ji dîregê dadixînin û ala Kurdan hildidin jor ew jî li gel bavê xwe li ber derîyê serayê ye û pashê çîrok weha dom dike:

"...Xelk li dora serayê kom dibûn. Em zaro jî çûn; ew tishtê rengîn di ser serê me re sekinî bû. Lê ew ne keskesora ezmên bû. Ez bêsebir bûm... li bavê xwe geriyam. Leshker rêz girtibûn, sitranek digotin, çavên wan ên tûj têrken bûn. Min ew li ser hespê dît, ez çûm cem; wî ez danîm ber xwe. Min jê pirsî:

-Bavo ev çi keskesor e li ser serayê?

-Ev ala me ye kurê min! Ev shan û sherefa milletê Kurd e!

-Berê yeke sor hebû, ew çi bû bavo?

-Ew ya neyaran bû. Neyar bi zor ketibûn welatê me. Em Kurd îro wan ji erdê xwe derdixînin û dibin xwediyê wî. Ha ji te re aleke piçûk! Wê deyne ser dilê xwe! Heji wê bike û ji bo serfirazîya wê bixebite.

Ez bi gotinên bavê xwe bûbûm sermest. Dilê min hildiavêt. Bavê min ez maç kirim û ez danîm erdê.........."

Pisht re li gor çîrokê, Kurd ji ber hin sebebên eshîrtî, neliserhevbûnê, serketina wan pir dom nake. Dijmin dîsa dikeve welatê wan ala Kurdan ji dîregê datînin û çîrok weha dom dike:

"...Ala rengîn, shan û rûmeta me, çirandin avêtin ber lingên xwe, pêlê kirin û li shûna wê ya xwe, ya xwînxwaran danîn........" (Hawar, no:30 (1/7/1941), r.4-5) 

Vegere Despêk


Jibo Nirxandin Pêlêke
Yorum icin Tikla

 
  Bi giştî mêvan 158064 ziyaretçi (478831 klik) livir bun  
 
Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden